Li Diyarbekirê 15 kes hatin binçavkirin
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji ber ku di çalakiya DemPartiyê ya 13ê Cotmehê de bangeşeya rêxistina neyasayî kirin, 15 kes hatin binçavkirin û hat ragihandin ku lêgerîna 8 kesên din jî berdewam e.
DemPartîyê xwestibû di 13ê Cotmehê de li Diyarbekirê mîtîngekê li dar bixe lê Parêzgeriya Diyarbekirê ew mîtîng qedexe kir.
Li ser vê yekê DemPartîyî ber Kolana Hunerê kom bûbûn û li wê derê çalakiyek li dar xistibû.
Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand ku 15 kesên di wê çalakiyê de bangeşeya rêxistina naysayî kirine hatine binçavkirin û her wiha ji bo 8 kesên din jî lêgerîn berdewam e.