Şîfa Barzanî: Kurdistan24 di piştgiriya Konfedrasyona Kurdî de xwedî roleke berçav bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî bi boneya derbasbûna 11 salan di ser damezrandina Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê re, peyameke pîrozbahiyê arasteyî rêveberî û tevahiya karmendên wê dezgehê kir.
Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî îro 1ê Mijdara 2026an, di peyama xwe de pêzanîna xwe ji bo rola nîştimanî ya Kurdistan24ê anî ziman û tekez kir ku ev sazî di gihandina dengê Pêşmerge, parastina xak û rûmeta Kurdistanê û parastina nasnameya neteweyî de, xwedî roleke berçav bûye.
Her wiha Serperiştyarê Giştî yê Revenda Kurdistanî diyar kir ku Kurdistan24ê di parastina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de û hevkarîkirina berdewam a çalakiyên Konfedrasyona Revenda Kurdistanî de, her tim roleke berçav lîstiye.
Di dawiya peyama xwe de, Şîfa Barzanî hêviya berdewamî, pêşketin û serkeftinên mezintir, ji bo rêveber, desteya rêveberiyê, peyamnêr û hemû karmendên Kurdistan24ê, xwast.