Sikirtêrê Bizava Aşûriyan: Hilweşandina kursiyên kotayan bizavek bû ji bo dijatîkirina PDKê

Yunadim Kena
Yunadim Kena

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Bizava Demokrasî ya Aşûriyan li Herêma Kurdistanê radigehîne, “Babilyon nûnerîtiya Çarçoveya Hevahengiyê dike û biryara Dadgeha Federalî ji bo nehêlana kursiyên kotayan zirareke mezin li Kiristiyanan da.”

Sikirtêrê Bizava Demokrasî ya Aşûriyan li Herêma Kurdistanê Yunadim Kena tekez kir, “Ji ber wê biryarê, me biryar daye hilbijartinên Perlemana Kurdistanê boykot bikin.” Li ser parvekirina kursiyên kotayan li ser parêzgehan jî got, “Nedadperweriyeke zêde di rêjeya rûniştiyên pêkhateyan de hatiye kirin, 150 malbat li Silêmaniyê hene û kursiyek jê re hatiye diyarkirin. Ev jî ron e ka çi merem li pişt e.”

Yunadim Kena eşkere jî dike, “Hilweşandina kursiyên kotayan li Perlemana Kurdistanê ji bo êrîşkirina li ser Partiya Demokrat a Kurdistanê bû lê di encamê de Kiristiyan bûn qurbaniyên biryara Dadgeha Federalî.”

Navbirî li ser biryara Dadgeha Federalî û nehêlana kursiyên kotayan ragehand, “Ji ber wê biryarê, me biryar daye hilbijartinên Perlemana Kurdistanê boykot bikin ji ber ku nehêlana pênc kursiyên kotayan bi şeş kursiyên din re wesa kir ku zirareke mezin bi Kiristiyanan bikeve. Bi awayekî din hilweşandina kursiyên kotayan bizavek bû ji bo dijatîkirina PDKê ne kotayan bi xwe, lê li dawiyê Kiristiyan bûn qurbaniyên wê biryarê. Di vê yekê de destê derve rolekî mezin di wênekirina Kurdistanê û Îraqê bi giştî de heye.”

Sikirtêrê Bizava Demokrasî ya Aşûriyan li ser parvekirina kursiyan jî got, “Parvekirina wan kursiyan jî nedadperwerî tê de heye; kursiyek ji bo Silêmaniyê danaye ku tenê 150 malbatên Kiristiyanan lê hene. Li Dihokê 20 hezar Kiristiyan hene û yek kursî jê re hatiye danan. Ev ji bo Tirkmenan jî rast e ji ber ku piraniya wan li Hewlêrê binecih in, lewma parvekirina kursiyan li dû bazineyan şaş bû.”

Yunadim Kena li ser tevlîbûna Bizava Babilyonê di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de amaje da, “Ketwarê Babilyonê ji ketwarê deverê cuda ye ji ber ku Babilyon 100% nûnerîtiya Çarçoveya Hevahengiyê dike, herwesa li ser astê niştîmanî jî Babilyon nûnerîtiya Kiristiyanan dike, lewma divê li gera bê ya Perlemana Kurdistanê qanûna hilbijartinan bê edilandin. Herwesa divê qanûnek bê derxistin ku xelkê pêkhateyan tenê dengê xwe bi kandîdên pêkhateyan bidin.”