Rûmal

Azad Tofîq: Li Helebceyê proseya dengdana hêzên taybet bi aramî didome

yêNavenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Helebceyê got: “Proseya dengdana taybet li Helebce bi awayekî aram û zelal dest pê kiriye. Em hêvîdar in bi wî awayî û di dema xwe de jî bidawî bibe.”

Parêzgarê Helebceyê Azad Tofîq di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Li Helebceyê proseyeke aram ji bo dengdana taybet a hêzên navxweyî, polîs, asayîş, Zêrevan û Pêşmerge birêve diçe.”

Got jî: “Em hêvîdar in ku çawa ev prose bi awayekî aram û şefaf dest pê kir, wiha jî bi dawî bibe û 1952 kes li gorî îmkanên xwe beşdar bibin û berî dema ku komîsyonê diyar kiriye, bidawî bibe.”

Azad Tofîq tekezî li wê kir: “Bajarê me bajarê aşitî û aramiyê ye, em li Iraq û Kurdistanê mînak in, spas ji bo hêzên ewlehiyê ku bê pirsgirêk hatin dengdanê. Her pirsgirêkeke teknîkî derkeve jî, ew bi komîsyonê ve girêdayî ye û dê çareser bike.”

Proseya dengdana taybet a xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro 18ê Cotmehê demjimêr 07:00 dest pê kir û dê heta demjimêr 18:00ê êvarî berdewam bike. Tê de 215 hezar û 960 endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên kurd ên di nava artêşa Iraqê de deng didin.

Roja 20ê Mijdarê jî dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê tê kirin. 

Hilbijartin ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve tê kirin.