Parêzgarê Dihokê li Şêxanê kevirê bingehîn ê 111 projeyan danî

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê kevirê bingehîn ê 111 projeyan li qezaya Şêxanê danî û tekez kir, proseya avedaniyê dê berdewam be.
Di bin çavdêriya Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter de, kevirê bingehîn ê 111 projeyên xizmetguzariyê li qezaya Şêxanê bi xerciya zêdetirî 12 milyar û 860 milyon dînar hat danîn.
Parêzgarê Dihokê Elî Teter ragihand, li ser aspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî proseya avedankirina parêzgehê dê berdewam be.
Di dema Kabîneya Nehem de, razemendî ji bo cîbicîkirina 1314 projeyan bi bihayê zêdetir ji 3 trîlyon û 107 milyar dînar li parêzgeha Dihokê hatine dayîn. Gelek ji wan temam bûne û kar li ser yên din jî tên kirin.







