Bereyê Miqawemeyê li Îraqê careke din êrîş kir ser Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê careke din êrîş kir ser Israîlê.
Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê ragehand, “Di berdewamiya bizavên me de ji bo berhingarbûna dagirkariyê û piştevanîkirina gelê Filistîn û Libnanê, herwesa li beranberî wan komkujiyên ku artêşa Israîlê li dijî xelkê sivîl dike ku jin û zarok û danemir jî di nav de ne, Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê serê sibeha îro (Çarşem, 23.10.2024) bi dronan êrîş kir ser Israîlê.”
Bereyê Miqawemeyê herwesa ragehand ku careke din bi dronan êrîş kiriye ser Um Reşreş û Îlatê. Amaje jî da ku, ji bo cara sêyê bi rêya bikaranîna dronan Colan kiriye armanc.
Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê herwesa tekez jî kir ku, li ser operasyonên xwe ji bo nehêlana cihên Israîlê bi lez berdewam e.
Artêşa Israîlê jî ji aliyê xwe ve ragehand ku, rê li du dronan girtiye ku ji aliyê rojhilatê ber bi Israîlê ve hatinibûn bilindkirin.
Berdevkê Artêşa Israîlê Daniel Hagari jî ragehand, “Hêza asmanî ya Israîlê du dron ku ji aliyê rojhilatê ber bi Israîlê ve hatibûn bilindkirin pûç kirin.