Fuad Hisên: Me bi Amerîkayê re hevfêmkirin ji bo dûrxistina Îraqê ji hevrikiyan heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îraqê dibêje, “Hikûmeta Îraqê bikaranîna asmanê xwe ji aliyê her aliyekî ve ji bo kirina êrîşê li dijî aliyên din red dike û asmanê wê cihê şerî nîne.” Amajeyê jî dide, “Me bi Amerîkayê re ji bo dûrxistina Îraqê ji hevrikiyan hevfêmkirin heye.”
Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (În, 25.10.2024) li Parîsa paytexta Fransayê bi hejmareke nûnerên medyaya Fransayî û Erebî re civiya û behsa rewşa Îraq, Libnan û Tirkiyeyê kir.
Fuad Hisên li destpêka gotinên xwe nîgeraniya Îraqê ji gomana berfirehbûna şerî ji Libnanê bo welatên din diyar kir û amaje da, “Îraq bi rêya peywendiyên navdewletî bizavê dike ku agirbesteke demlidest li Xezze û Libnanê bê ragehand.”
Wezîrê Derve yê Îraqê amaje jî da, “Hikûmeta Îraqê bikaranîna asmanê xwe ji aliyê her aliyekî ve ji bo kirina êrîşê li dijî aliyên din red dike.”
Fuad Hisên di derheqa peywendiyên Îraq û Amerîkayê de got, “Peywendiyên navbera Îraq û Amerîkayê di çarçoveya lihevkirina ewlehiyê ya navbera her du welatan berdewam in, ku lihevkirin û hevfêmkirinên hevpar ji bo Parastina Îraqê û dûrxistina wê ji hevrikiyan vedigirin.”
Navbirî behsa êrîşa Enqereyê jî kir û got, “Ez wê êrîşa terorsitî ya li ser Kompaniya Pîşesaziya Balafiran a Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikim.” Herwesa tekez li ser bihêziya peywendiyên navbera Îraq û Tirkiyeyê jî kir.
Wezîrê Derve yê Îraqê herwesa got, “Rast e ku me hin xalên duberekiyê bi Tirkiyeyê re hene be em bi hev re wan xalan jî bi rêya diyalogê çare dikin.”