Barcelona bi “şikestineke giran” Real Madrîdê têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelonayê di maça “El Clasico” de bi sokreke giran (4 – 0) Real Madrîd li ser meydana wê tê bir û di rêzbenda La Lîgaya Spanyayê de bi dûr ket.

Şeva borî Tîma Real Madrîdê di gera 11an a La Lîgaya Spanyayê de, li Stadyuma Santiago Bernabeu pêşwazî li Tîma Barcelonayê kir û bi  encama (0 – 4) şikestinek giran xwar. 

Stêrkê Polonî Robert Lewandowski di xulekên (54 û 56) de du gol li pey hev ji tîma Katalonî re tomar kirin, du gol jî di xulekên (77 û 84) de ji aliyê Lamîne Jamal û Rafînha ve hatin tomarkirin.

Barcelona bi serokatiya rahênerê xwe yê Almanî Hansi Flick, bi vê serkeftina xwe, pûanên xwe gihandin 30 pûanan û di serê tabloya La Lîgayê de, bi 6 pûanan ji Real Madrîdê dûr ket.

Ev serkeftin, sê rojan piştî serkeftina mezin a Barcelonayê li hember mêvana xwe Bayern Munich (4 – 1) di gera sêyem a Champions League de hat.