Hadî Amirî daxwaza bidawîanîna erkê serbazên Amerîkayê li Îraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Fetih Amerîkayê wekî berpirsyara binpêkirina asmanê Îraqê ji aliyê balafirên şerî yên Israîlê ve ji bo êrîşkirina li ser Îranê dibîne, herwesa daxwaza bidawîanîna hebûna serbazên Amerîkayê li Îraqê jî dike.
Li beranberî êrîşên Israîlê li ser Libnan û Xezze û Îranê, Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî yê Îraqê careke din îro (Yekşem, 27.10.2024) bi dronan êrîş kir ser deverên Colan û Îlatê li bakurê Israîlê.
Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî Amerîkayê wekî berpirsyara binpêkirina asmanê Îraqê ji aliyê balafirên şerî yên Israîlê ve ji bo êrîşkirina li ser Îranê dibîne, herwesa daxwaza bidawîanîna hebûna serbazên Amerîkayê li Îraqê jî dike.
Li dû zanyaran, Israîlê ji bo êrîşa li ser Îranê asmanê Îraqê bi kar aniye, herwesa ji bo dema 14 seetan balafirên Israîlê li hindav çar deverên Îraqê firîne.
Herwesa Bereyê Miqawemeyê haydarî dabû ku, “Her êrîşeke Israîlê bo ser axa Îraqê an jî bikaranîna asmanê Îraqê ji bo lêdana Îranê dê encamên bitirs hebin, dê şerî li bereyê li dijî Israîlê berfirehtir bike û herwesa dê bandorê bike ser berjewendiyên Amerîkayê li deverê jî.”