Netanyahu û du wezîrên Israîlê pêşniyara Misirê bo agirbesta Xezzeyê red kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu, Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Israîlê Itamar Ben-Gvir û Wezîrê Darayî yê Israîlê Bezalel Smotrich pêşniyara nû ya Misirê ji bo agirbestê li Xezzeyê red kir.
Kanala 12ê ya tilevizyonî ya Israîlê parve kiriye, “Ji aliyê civata biçûkkirî ya wezîrên Israîlê ve danûstandin li ser pêşniyara Misirê hatine kirin, ji bilî Netanyahu û Ben-Gvir û Smotrich, endamên din ên kabîneya şerî razemendî li ser pêşniyara Misirê daye û pejirandiye.”
Li dû wan zanyarên ku wê kanala Israîlî parve kirine, “Netanyahu amaje daye ku agirbesta durojî berî azadkirina revandiyan çi encam nabin, lewma jî danûstandin tenê dê li jêr bandora şer û bombebaranan bin.”
Di derheqa pêşniyara Misirê ji bo agirbesteke demkî li Xezzeyê de, heta niha Tevgera Hemasê çi helwesteke fermî parve nekiriye, lê berpirsekî Filistînî yê nêzî aliyên navbeynkar ên agirbestê ji Reutersê re ragehandiye, pêşbîniyê dike ku Hemasê çend daxwazên nû hebin, lê hêşta li ser wê yekê rijd e ku her lihevkirinek divê dawiyê bi şerî û derkeftina artêşa Israîlê ji kertê Xezzeyê bîne.
Herwesa artêşa Israîlê ragehandiye ku, şer bidawî nayê heta wê demê ku hêz û şiyanên serbazî, siyasî û îdarî yên Hemasê li kertê Xezzeyê bidawî tînin.
Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî îro (Duşem, 28.10.2024) pêşniyara agirbesteke demkî ya durojî li Xezzeyê pêşkêş kir, ku çar revandiyên Israîlî û hejmareke zindaniyên Filistînî bi hev bên guhertin, ji bo ku bibe pêngava rawestandina vî şerê xwînawî ku ev zêdetirî salekê ye berdewam e.
Çekdarên Tevgera Hemasê li roja 07.10.2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.
Piştî êrîşa çekdarên Hemasê bo ser başûrê Israîlê li roja 07.10.2023ê, artêşa Israîlê êrîşeke wêranker bo ser kertê Xezzeyê dest pê kir. Li dû amarên fermî yên kertê Tendirustiyê yê Filistînê, heta niha li kertê Xezzeyê zêdetirî 40 hezar kesan hatine kuştin û nêzî 100 hezar kesên din jî hatine birîndarkirin.