Rûniştina Civata Nûnerên Îraqê ji bo hilbijartina serokekê nû hat destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna 195 endaman, rûniştina Civata Nûnerên Îraqê ji bo hilbijartina serokekê nû hat destpêkirin.

Civata Nûnerên Îraqê îro (Pêncşem, 31.10.2024) bi merema hilbijartina serokekî nû civiya û 195 endamên wê di wê civînê de amade ne.

Fermangeha Ragehandinê ya Civata Nûnerên Îraqê ragehand, “Çar kandîd pêşbirkê ji bo wergirtina postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê dikin.”

Ew kandîd jî ev in; Salim Îsawî, Telal Zewbehî, Mehmûd Meşhedanî û Amir Ebdulcebar.

Mehmûd Meşhedanî û Salim Îsawî ji aliyê Suneyan ve nayên piştgirîkirin û hevrikiyê li ser dengên endamên civatê dikin, lê nayê çaverêkirin ku ew rûniştin bi hêsanî derbaz bibe.

Tevî wê yekê jî, Mehmûd Meşhedanî ku kandîd e ji aliyê Mihemed Helbûsî û Nûrî Malikî ve tê piştevanîkirin.

Ev jî di demekê de ye ku Dadgeha Federalî ya Îraqê li roja 14.11.2023ê biryara hilweşandina endametiya Serokê Civata Nûnerên Îraqê Mihemed Helbûsî derxist.

Piştî hilweşandina endametiya Helbûsî li Civata Nûnerên Îraqê, Cîgirê Yekê yê Civata Nûnerên Îraqê Muhsin Mendelawî wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet ew post bi rê ve dibir, heta dema hilbijartina serokekî nû.

Suneyan heta niha gelek civîn ji bo pirkirina postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê kirine, lê ji bo diyarkirina cîgirê Helbûsî negehiştine lihevkirinê.

Li dû zanyarên medyayên Îraqê, Mihemed Helbûsî bi tometa gendeliyê û sextekariyê ji postê wî hat dûrxistin.”