Ferîd Xelîl “Xelata Çolbir a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026an wergirt

Navenda Nûçeyan (K24) – Xelata Çolbir a Zanistên Zimanê Kurdî ya sala 2026an, di gera xwe ya duyem de ji bo nivîskar û wergêrê ji Rojavayê Kurdistanê Ferîd Xelîl hat dayîn. Ev xelat wek rêzgirtin û pêzanînek li hemberî keda wî ya salan a ji bo parastin û pêşxistina zaravayê kurmancî, werger û ragihandina kurdî jê re hat bexşîn.

Ferîd Xelîl ku ji bajarê Qamişloyê ye, yek ji kedkarên naskirî yên qada çand û ziman e. Ew niha di rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî (SZK) de cih digire û serkêşiya ragihandina wê dike. Xelîl bi nivîsên xwe yên li ser ziman û xebatên wergerê, xizmeteke berbiçav ji pirtûkxaneya kurdî re kiriye.

Piştî ragihandina xelatê, Ferîd Xelîl hestên xwe anîn ziman û nivîsî: “Bi qasî ku bi vê xelatê xwe şanaz û serbilind dibînim, ewqasî barê xwe girantir dibînim ku ji berê xurttir û baştir bixebitim û li gor vê bawerîyê bim. Wan dilsoz û xebatkarên ku şev û rojên xwe ji bo bipêşvebirina kurdîyê terxandine û bêdeng kar dikin, bi germî spas dikim û vê xelatê ya xwe û wan dibînim.”

Xelata Çolbir çi ye?

Ev xelat li ser navê zimannas û lêkolerê koçkirî yê xelkê Efrînê, Bîlal Hesen (Çolbir) hatiye danîn. Malbata Bîlal Hesen û Weşanxaneya “Ramîna” di 18ê Îlona 2025an de ev xelat damezrandin, da ku piştgiriyê bidin wan lêkoler û nivîskarên li Rojavayê Kurdistanê ku di warê ferheng, folklor û parastina zimanê kurdî de dixebitin.

Sala par jî di gera yekem a vê xelatê de, wergêr û nivîskar Xoşman Qado bibû xwediyê xelatê.