Yekîtiya Zanayan di salvegera damezrandina xwe de tekezî li ser yekrêziyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê bi helkefta derbasbûna 56 salan li ser damezrandina xwe daxuyaniyek belav kir û tê de tekezî li ser berdewamkirina peyama nermrewiyê, parastina nirxên olî û neteweyî û yekrêziya niştimanî kir.
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê îro 20ê Îlona 2026an bi daxuyaniyekê, pîrozbahiyeke germ arasteyî hemû mamosteyên olî û gelê Kurdistanê kir. Yekîtî di 21ê Îlona 1970an de li ser rasparde û bi serpereştiya rasterast a rêberê neteweyî Mela Mistefa Barzanî li gundê Gelale yê devera Balekayetiyê hatibû damezrandin û ji wê demê ve li ser parastina mafên rewşa zanyaran û nirxên bawermendiyê berdewam e.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku karê sereke yê Yekîtiyê, domandina rêbaza resen a zanyarên kurd e bi rêya têgihîştina zanistî û xwe-guncandina li gel guhertin û pêşveçûnên nû yên serdemê.
Yekîtiyê herwiha da zanîn: “Em parastina nirxên olî, exlaqî û malbatî bi erkê xwe dizanin. Em ê berdewam bin li ser belavkirina peyama nîştimanperweriyê û hizra nermrewiyê; di heman demê de li dijî her cûre bîrên tundrew û xerîb bisekinin.”
Mekteba Rêveber a Yekîtiyê bal kişand ser giringiya parastina taybetmendiyên Kurdistanê di warê eqîde, mezheb û hevgirtina navbera misilmanên Kurdistanê de û ragihand ku ew dixwazin ji qonaxa çakbûnê ber bi qonaxa çaksaziyê ve pêngavan bavêjin, da ku baştir xizmeta civakê bikin û metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê kêm bikin.
Di beşeke din a peyamê de, bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê hat kirin ku tebayî û yekhelwestiya neteweyî biparêzin û berjewendiyên bilind ên gelê xwe nekin qurbana nakokiyên siyasî û partiyatî: “Ol û niştiman ji hev nayên cudakirin. Parastina pêgeha mizgeftan û rêzgirtina li zanyarên olî, piştevaniyeke gelekî mezin e ji bo paşeroja aram û geş a Kurdistanê.”
Di dawiya daxuyaniyê de, Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê keda zanyarên olî di qadên perwerdehiya civakî û xizmeta olî de bilind nirxand û spasiya dilsozî û mandîbûna wan kir.