Kurtefîlmekî kurdî li Bexdayê du xelatên giring wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurtefîlmê bi navê “Paskîla Avî” ji derhênana sînemagerê kurd Siyaweş Saidpena, di 8emîn Festîvala Navneteweyî ya Sînemaya Gerok a li Bexdayê de du xelatên girîng bidest xistin.

Derhênerê fîlmê Siyaweş Saedpena di daxuyaniyekê de ragihand, fîlma wî bûye xwediyê xelata «Baştirîn Kurtefîlm», herwiha lîstikvanê heman fîlmê Armîn Ezîzî jî xelata “Baştirîn Ektor” a festîvalê wergirtiye.

Saedpena bal kişand ser giringiya vê serkeftinê û diyar kir, ev xelat di demekê de tên wergirtin ku fîlm di beşdariyên xwe yên li festîvalên navneteweyî de karibe bala jurî û sînemahezên cîhanê bikêşe ser xwe.

Derbarê naveroka fîlmê de, derhêner da zanîn ku “Paskîla Avî” çîrokeke mirovî û civakî vedibêje ku behsa jiyana rojane û zehmetiyên mamosteyekî li deverên çiyayî dike. Fîlm bi zimanê sînemayê ronahiyê dixe ser hestên mirovan ên li navçeyên asê û bi kûrahî behsa mijarên wekî windakirin, tenêtî, hevxemî, mirovatî û lêborînê dike.

Kurtefîlmê “Paskîla Avî” beriya niha li Herêma Kurdistanê di Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Dihokê û Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Silêmaniyê de di beşa kurtefîlmên kurdî de hatibû nîşandan.

Fîlm li ser asta cîhanê jî deng vedaye; di Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Cinematique ya Parîsê ya sala 2026an de xelata “Baştirîn Fîlm” bi dest xistibû. Her wiha ji bo beşdarbûnê di Festîvala Fîlm û Hunerê ya Mala Filistînê ya li Londonê û Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Hayfayê de hatiye hilbijartin. Li gel van jî, bo beşa pêşbaziya sereke ya kurtefîlmên çîrokî yên kurdî di Festîvala Navneteweyî ya Fîlman a Kobaniyê ya sala 2026an de hatiye berbijêrkirin.