Hakan Fîdan: Pêvajoya aştiyê dê ji bo Herêma Kurdistanê jî bi sûd be
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand, pêvajoya nû ya aştiyê ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê ji bo kurdên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê (Sûriye) jî aramî û xweşguzeraniyê pêk tîne. Fîdan herwiha bal kişand ser wê yekê ku tevî ragihandina hilweşandinê, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di warê pratîkî de hîn gava çekdanînê neavêtiye.
Hakan Fîdan di bernameyeke televîzyonî de behsa serdana xwe ya dawî ya bo Diyarbekirê û pêvajoya çekdanîna PKKê kir û destnîşan kir, pêngavên pêvajoya nû ya aştiyê li wî bajarê Bakurê Kurdistanê bi germî û bi coşeke mezin hatine pêşwazîkirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê got: “Ev pêngav ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê ji bo kurdên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî aramî, aştî û pêşveçûnê bi xwe re tîne; lewma ev prose ji bo wan jî xwedî girîngiyeke gelekî mezin e.” Fîdan herwiha anî ziman ku mezintirîn şoreşa wan a siyasî ew bûye ku dawî li siyaseta înkarkirina nasnameya welatiyan anîne.
Fîdan rexne li PKKê girt û ragihand: “Her çend e PKKê di Gulana sala 2025an de ragihand ku xwe hilweşandiye û dawî li xebata çekdarî aniye, lê heta niha ku em di Îlona 2026an de ne, ti pêngaveke pratîkî ji bo danîna çekan nehatiye avêtin. Bicihanîna vê pirsê, pêwistî bi mekanîzma û rêkarên guncaw heye.»
Fîdan herwiha hişyarî da û got: “Li Tirkiyeyê daxwaza her kesekî hebe, riya wê ya aşkere tenê siyaset e, ne çekhilgirtin. Hêvîdar im PKK vê derfetê bi kar bîne da ku ev pirsgirêk carekê û ji bo her carê bi dawî bibe; nexwe dê dewletê li hemberî xwe bibînin.”
Li ser rewşa Iraq û Sûriyeyê jî, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê anî ziman ku ji niha û pê ve ne li Bexdayê û ne jî li Şamê rê nayê dayîn ti hêzeke çekdar li derveyî artêşa fermî ya wan dewletan hebe: “Bexda û Şam jî rijd in li ser wê yekê ku nehêlin ti rêxistineke çekdar a mîna PKKê xaka wan kontrol bike.”
Ev daxuyaniyên Fîdan di demekê de tên, di 10ê Tebaxa 2026an de Parlamentoya Tirkiyeyê Yasaya Çarçoveyê ya Taybet bi Pêvajoya Çareseriyê pesend kir. Naveroka vê yasayê bi taybetî çarenivîsa wan çekdar û alîgirên PKKê diyar dike ku amade ne çekên xwe deynin. Li gorî yasayê, ji bo destpêkirina pêngavan, pêwîst e saziyên ewlehiyê piştrast bibin ku PKK û rêxistinên pê ve girêdayî dawî li hemû çalakiyên xwe anîne û çek û cebilxaneyên xwe radest kirine.