Postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê di gera yekê de yekalî nebû

Civata Nûnerên Îraqê
Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Di gera yekê ya dengdanê de ji bo hilbijartina serokê nû yê Civata Nûnerên Îraqê, 271 endamên wê civatê deng da lê hilbijartina serokî di vê gerê de yekalî nebû, ji ber ku çi kandîdekî nekarî 166 dengan bi dest bixe.

Rûniştina Civata Nûnerên Îraqê ji bo hilbijartina serokê wê yê nû îro (Pêncşem, 31.10.2024) bi amadebûna 95 endaman hat destpêkirina. Berî ku dengdan bê destpêkirina, hejmara endamên wê civatê gehişt 271 endaman û tevaya wan tevlî wê dengdanê bûn.

Mehmûd Meşhedanî, Salim Îsawî, Telal Zewbehî û Emar Ebdulcebar ji bo wergirtina postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê hatin kandîdkirin. Di gera yekê ya dengdanê de, Mehmûd Meşhedanî 153 deng, Salim Îswî 95 deng, û Amir Ebdulcebar 9 deng bi dest xistin, herwesa 14 dengên pûçbûyî jî hebûn.

Ji ber ku çi kandîdekî nekarî 50+1% ya dengan yanî 166 dengan bi dest bixe, gera yekê ya dengdanê bidawî hat û postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê di gera duyê ya dengdanê de tê yekalîkirin.

Di gera duyê ya dengdanê de, ew her du kandîdên ku piraniya dengên gera yekê bi dest xistine pêşbirkê ji bo wergirtina postê dikin Serokê Civata Nûnerên Îraqê dikin, lê di vê gerê de jî her kandîdekê 166 dengan bi dest nexe dîsa nayê yekalîkirin, belkî divê yek ji wan kandîdan xwe vekêşe.

Ev jî di demekê de ye ku Dadgeha Federalî ya Îraqê li roja 14.11.2023ê biryara hilweşandina endametiya Serokê Civata Nûnerên Îraqê Mihemed Helbûsî di Civata Nûnerên Îraqê de derxist.

Piştî hilweşandina endametiya Helbûsî li Civata Nûnerên Îraqê, Cîgirê Yekê yê Civata Nûnerên Îraqê Muhsin Mendelawî wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet ew post bi rê ve dibir, heta dema hilbijartina serokekî nû.

Suneyan heta niha gelek civîn ji bo pirkirina postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê kirine, lê ji bo diyarkirina cîgirê Helbûsî negehiştine lihevkirinê.

Li dû zanyarên medyayên Îraqê, Mihemed Helbûsî bi tometa gendeliyê û sextekariyê ji postê wî hat dûrxistin.”