Mehmûd Meşhedanî wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin

Mehmûd Meşhedanî
Mehmûd Meşhedanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Di gera duyê ya dengdanê de, Mehmûd Meşhedanî bi dengên 182 endaman wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.

Gera duyê ya dengdanê ji bo hilbijartina Serokê Civata Nûnerên Îraqê îro (Pêncşem, 31.10.2024) hat kirin û Mehmûd Meşhedanî û Salim Îsawî pêşbirkê li ser postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê kir.

269 endamên Civata Nûnerên Îraqê tevlî gera duyê ya dengdanê bûn, Mehmûd Meşhedanî bi dengên 182 endaman bi ser hevrikê xwe keft û wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.

Mehmûd Meşhedanî kî ye?

Mehmûd Dawid Meşhedanî li sala 1948ê li Bexdayê hatiye ser dinyayê.

Qonaxên xwandina seretayî, navincî û amadeyî li devera Kazimiyeyê ya Bexdayê temam kirine.

Li sala 1972ê kolîja pizişkî li Zanîngeha Bexdayê temam kiriye.

Li sala 1981ê ji ber çalakî û helwestên siyasî hatiye zindanîkirin.

Li sala 2000ê sizayê 15 salên zindanîkirinê jê re hatiye derxistin.

Li sala 2004ê bûye endamê damezrandina Civata Diyaloga Niştîmanî.

Li sala 2004ê bûye endamê Lijneya Nivîsîngeha Destûrî.

Li sala 2006ê wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.

Li sala 2021ê wekî endamê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.

Îro (31.10.2024) wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.