Hadî Amirî spasiya Serok Barzanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê piştî hilbijartina Serokê Civata Nûnerên Îraqê got, “Ez spasiya Serok Barzanî dikim, herwesa ez spasiya birayên pêkhateya Kurdî dikim.”
Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê Hadî Amirî duhî (Pêncşem, 31.10.2024) piştî hilbijartina Serokê Civata Nûnerên Îraqê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Ez spasiya Serok Barzanî dikim, herwesa ez spasiya birayên pêkhateya Kurdî dikim.”
Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê herwesa got, “Hin ji birayên me got ku nabe Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdila di nav rûniştina îro de amade bibe.”
Hadî Amirî amaje jî da, “Şaxewan Ebdila ragehandibû ku her tiştekê ji bo berjewendiya Civata Nûnerên Îraqê be, arêşe nîne û ew dê bike.”
Navbirî herwesa got, “Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê piştevaniya birayên Kurd ên lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê kir ku dengê xwe bidin Meşhedanî.”
Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê tekez jî kir, “Postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê mafê pêkhateya Sune ye û viyaba zûtir hatiba sererastkirin ji ber ku xelk karî ji Civata Nûnerên Îraqê çaverê dike.”
Hadî Amirî di pareke din a gotinên xwe de ron jî kir, “Em çi şertan li ser Meşhedanî qebûl nakin.”
Civata Nûnerên Îraqê duhî (Pêncşem, 31.10.2024) ji bo dengdana li ser hilbijartina serokekî nû civiya û Mehmûd Meşhedanî, Salim Îsawî, Telal Zewbehî û Amir Ebdulcebar ji bo wergirtina postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê kandîd bûn.
Mehmûd Meşhedanî di gera duyê ya dengdanê de ji 271 dengan 182 deng bi dest xistin û wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.