Mesrûr Barzanî pîrozbahiya Mehmûd Meşhedanî dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiya Serokê Civata Nûnerên Îraqê yê nû dike.
Di ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 01.11.2024) di peywendiyeke tilefonî de pîrozbahiya Dr. Mehmûd Meşhedanî kir, bi helkefta hilbijartina wî wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê, herwesa hêviya serkeftinê jî di erkê wî de jê re xwast.
Her di wê peywendiya tilefonî de, Serokê Civata Nûnerên Îraqê spasî û rêzên xwe ji bo peywendiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin û piştrastî da ku ji bo bicihanîna destûrî û çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Îraqê piştevan be.”
Civata Nûnerên Îraqê duhî (Pêncşem, 31.10.2024) ji bo dengdana li ser hilbijartina serokekî nû civiya û Mehmûd Meşhedanî, Salim Îsawî, Telal Zewbehî û Amir Ebdulcebar ji bo wergirtina postê Serokê Civata Nûnerên Îraqê kandîd bûn.
Mehmûd Meşhedanî di gera duyê ya dengdanê de ji 271 dengan 182 deng bi dest xistin û wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.
Mehmûd Meşhedanî kî ye?
Mehmûd Dawid Meşhedanî li sala 1948ê li Bexdayê hatiye ser dinyayê.
Qonaxên xwandina seretayî, navincî û amadeyî li devera Kazimiyeyê ya Bexdayê temam kirine.
Li sala 1972ê kolîja pizişkî li Zanîngeha Bexdayê temam kiriye.
Li sala 1981ê ji ber çalakî û helwestên siyasî hatiye zindanîkirin.
Li sala 2000ê sizayê 15 salên zindanîkirinê jê re hatiye derxistin.
Li sala 2004ê bûye endamê damezrandina Civata Diyaloga Niştîmanî.
Li sala 2004ê bûye endamê Lijneya Nivîsîngeha Destûrî.
Li sala 2006ê wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.
Li sala 2021ê wekî endamê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.
Îro (31.10.2024) wekî Serokê Civata Nûnerên Îraqê hat hilbijartin.