Serokwezîrê Îraqê ji bo danûstandinên li ser çend dozan gehişt Tirkiyeyê

Mihemed Şiya Sûdanî
Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê gehişt Tirkiyeyê, ji bo ku bi aliyên wî welatî re danûstandinan li ser çend dozan bike.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (În, 01.11.2024) gehişt Stenbolê, ji bo ku bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.

Nivîsîngeha Hikûmeta Îraqê di beyannameyekê de ragehand, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo civîna bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re gehişt Stenbolê.”

Herwesa Çavkaniyekê ji Hikûmeta Îraqê ji medyaya navxweyî re ragehand, “Serdana Sûdanî ji bo Tirkiyeyê çend seetan vedikêşe, di wê demê de bi Erdogan re dicive, ji bo ku danûstandinan li ser çend dozan bikin, ku hin ji wan peywendî bi rewşa deverê re heye.