Sûdanî û Erdogan tekezê li ser çalakkirina lihevkirinên hevpar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re îro (În, 01.11.2024) li ser aloziyên Rojhilata Navîn û yekkirina helwestên xwe li bernaberî Israîlê civiyan.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê di ragehandinekê de parve kiriye, “Sûdanî û Erdogan li Stenbolê li Koçka Wehîdedîn civiyan û danûstandin li ser dawî pêşhatan û aştî û seqamgiriya deverê kirin, ku êrîşên Israîlê bo ser Xezze û Libnanê berfireh bûne û çend welatên deverê jî vegirtine.”

Li dû wê ragehandinê, Sûdanî behsa yekkirina helwestan li astê pêşhatên metirsîdar kiriye, ku bûye qebxwaziyek û berokên welatên Erebî û Îslamî û rêkxistinên navdewletî û ajansên girêdayî Neteweyên Yekgirtî girtine.

Serokwezîrê Îraqê daxwaz jî kiriye ku, pêdivî ye hêsankarî ji bo gehandina alîkariyên mirovî ji bo deverên wêrankirî û xelkê lêqewimî bên kirin, herwesa mana Filistîniyan li ser warên wan bê parastin.

Her di wê hevdîtinê de, Sûdanî û Erdogan danûstandin li ser peywendiyên dualî yên navbera Îraq û Tirkiyeyê kirin û tekez jî li ser çalakkirina lihevkirinên hevfêmkirinê yên navbera xwe de di warên cuda cuda de kir.