Saziyên sivîl piştgiriya pêvajoya nû ya çareseriyê dikin
Diyarbekir (K24) – Saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê derbarê pêvajoya nû ya çareseriya pirsa kurd de amaje dikin ku ew ji vê pêvajoyê hêvîdar in û bang tê kirin ku bo pêşxistin û serkeftina pêvajoya berpirsiyariyek bikeve ser mile saziyên sivîl ew amade ne ku sudê bidin. Saziyên sivîl balê jî dikêşin ku divê kurd bigihîjin mafên xwe yên rewa yên neteweyî.
Pêvajoya nû ya çareseriya pirsa ku li Tirkiyeyê, bûye yek ji mijarên sereke her ku diçe bi awayeke berfirehtir tê piştgirîkirin. Derbarê pêvajoya nû de saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê jî bangewaziya piştgiriya pêvajoyê dikin. Saziyên sivîl amaje dikin ku destpêkirina pêvajoya nû gavek erênî ye û piştgiriya pêvajoyê dikin û her wiha didin zanîn ku bo pêkanîna aştiyek mayînde û bidestxistina mafên rewa ên kurdan ew amade ne hem sûdê bidin hem jî berpirsiyariyê werbigrin.
Serokê Baroya Diyarbekirê Abdulkadîr Guleç ji K24ê re got: “Pêvajoya ku dest pê kiriye nermbunek bi xwe re aniye, em hêvî dikin bi ser bikeve, em hêvî dikin kurd bigihîjin mafên xwe yên neteweyî. Em dixwazin aştiyek nava kurdan û tirkan de çêbe, eger berpirsiyariyek bikeve ser milê me jî em amade ne însiyatîfê werbigrin.”
Saziyên sivîl ên parastina çand û dîroka kurdan dikin jî dibêjin ya girîng ew e k udi dawiya pêvajoyê de kurd mafên xwe yên neteweyî bi dest bixin û bal hate kêşan ku saziyên sivîl ji pêvajoya nu hêviyek daye civakê û civakê jî bi erênî pêşwazî kiriye.
Cîgirê Serokê Komeleya Şêx Seîd Azad Zal dibêje: “Wek komeleya Şêx Seîd û hevalên wî li kuderê çareseriyek û aştiyek bo kurdan hebe em amade ne sûdê bidinê û di heman demê de dikarin bikevin bin vî barî û berpirsiyariyê jî werbigrin.”
Saziyên sivîl ên Bakurê Kurdistanê balê dikêşin jinûvedestpêkirina pêvajoya çareseriya pirsa kurd erênî ye û hêviyê dide û didin zanîn ku ew amade ne bibin aliyek ê pêvajoyê da ku kurd bibin xwedî mafên neteweyî.