Li Çorumê teqînek çê bû, kuştî û birîndar hene
Diyarbekir (K24) - Li Bajarê Çorumê di avahiyekî 5 tebeqe de teqînek rû da û di encama teqînê de, kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn, birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û di derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat vekirin.
Li bajarê Çorûmê yê Tirkiyeyê ku dikeve Anatolyaya Navîn, di avahiyekî 5 tebeqe de ji ber xaza siruştî teqînek bihêz rû da.
Ew teqîn li tebeqeya sêyê rû da û di encamê de kesek mir û 16 kes jî birîndar bûn. Tîmên hawarçûnê li cihê bûyerê xebatên xwe didomînin û birîndar jî ji bo nexweşxaneyê hatin rakirin.
Pispor hişyariyê didin ku bi hatina zivistanê re dê bikaranîna xaza siruştî zêde bibe û divê ji bo pêşîlêgirtina bûyerên wisa welatî hişyar bin û li gorî rêkaran tevbigerin.