PDK û YNK ji bo civîna niştimanî ya Iraqê amadekariyan dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo beşdarbûna di civîna niştimanî ya Iraqê de, ku biryar e di 1ê meha bê de birêve biçe, amadekariyan dikin.

Piştî civîna şeva borî ya her çar serokatiyên Iraqê ku biryar li ser hat dayîn, PDK mijûlî amadekariyan e da ku asta beşdariya xwe diyar bike. Di heman demê de, YNKê jî dest bi amadekariyan kiriye û gotûbêjê li ser wan kesayetiyan dike yên ku dê nûnertiya partiya wan bikin.

Ji aliyekî din ve, gotûbêjên di navbera PDK û YNKê de ji bo yekxistina helwestên wan li hemberî biryarên Hikûmeta Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê didomin. Her du partî dixwazin bi yek helwestê beşdarî civîna 1ê meha 12an bibin.

Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayiq Zêdan duh 25ê Mijdara 2026an, beşdarî civîna her çar serokatiyên Iraqê ya li Koşka Bexdayê bû. Li gorî daxuyaniyeke Ragihandina Dadweriya Iraqê, di civînê de hejmarek dosye hatin gotûbêjkirin û beşdaran pêşniyar û destpêşxeriya Zêdan a ji bo sazkirina diyalogeke niştimanî di 1ê Berçileya bê de pesend kirin.

Wekî ku di daxuyaniyê de hatiye, armanca ji wê diyalogê—ya ku dê di bin serperiştiya Fayiq Zêdan de, bi amadebûna her çar serokatiyan û mêvankirina hin aliyên pêwendîdar yan her aliyekî alîkar bê rêkxistin—li gorî destûrê dîtina çareseriyekê ye ji bo qeyrana destûrî ya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

Her di wê civînê de, Fayiq Zêdan pêdagirî li ser girîngiya rêzgirtina li bicihanîna destûrê kir û tekez kir ku di dema her cudahiyeke nêrînan a derbarê wateya hukmê madeyên destûrî de, serî li Dadgeha Bilind a Federal tê dayîn, ku destûrê taybetmendiya ravekirina deqan pê daye.