Bendava Baweşaswarê ya Germiyanê di ser de çû

Gundekî Germiyanê ji tirsên lehiyê de hat berdan

Bendava Baweşaswarê
Bendava Baweşaswarê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber wê pêla baranê ya ku Herêma Kurdistanê vegirtiye û bandora barana dijwar a şeva borî, gundê Eyn Şukirê yê Îdareya Serbixwe ya Germiyanê bi temamî hat berdan.

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê, 20 malbat li gundê Eyn Şukirê dijîn ku girêdayî komelgeha Cebareyê ye li sinorê bajarkê Kifriyê. Ji ber bilindbûna astê ava wî rûbarê dikeve bi rex wî gundî ve, tirs keftiye nav xelkê gundî ku ji nişkê ve lehî çê bibe, lewma jî tevaya wan gundê xwe berdaye.

Her ji ber wê barana dijwar ku her du parêzgehên Silêmanî û Helebceyê û Îdareya Serbixwe ya Germiyanê vegirtine, bendava Baweşaswarê jî di ser de çûye.

Îsal ev cara sêyê ye ku bendava Baweşaswarê di ser de diçe, cara duyê li şeva 25ê Adarê bû, ku ev bendav dikare şeş milyon metirên sêcarkî yên avê vegire.

Li dû wê amarê ya ku Wezareta Veguhastin û Gehandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye, barîna baranê tenê di 12 seetên borî de li deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê bi vî awayî bû:

Hewlêr 2.6 Ml

Silêmanî 24.8 Ml

Dihok 0.4 Ml

Kerkûk 21.8 Ml

Helebce 41.2 Ml

Pîrmam 1.6 Ml

Çemçemal 10.2 Ml

Zaxo 3.5 Ml

Xaneqîn 10.8 Ml

Duz 18.8 Ml

Şemamik 4.0 Ml

Akrê 0.4 Ml

Amêdî 0.6 Ml

Bamernê 2.4 Ml

Barzan 0.2 Ml

Baziyan 14.4 Ml

Derbendîxan 37.2 Ml

Hacî Omeran 7 Ml

Helşo 9.8 Ml

Kelar 9 Ml

Xebat 0.8 Ml

Mangêş 2.8 Ml

Mîdan 13.8 Ml

Soran 2.6 Ml

Pêncwîn 34 Ml

Mêrgesor 3 Ml