Li Şamê 2 çekdarên Hizbullahê di êrîşên Îsraîlê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê 3 caran navçeya Seyida Zeyneb li başûrê Şamê mûşekbaran kir û di encamê de 7 endamên Hizbullaha Libnanî hatin kuştin û birîndarkirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan belav kir, Israîl 3 baxçe li derdora navçeya Seyida Zenebê kirin armanc, ku navçe ji aliyê milîsên Îranê û Hizbullaha Libnanî ve, tên bikaranîn.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, 2 çekdarên Hizbullaha Libnanî di êrîşê de hatin kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, Îsraîlê îro demjimêr 18:05 ji aliyê Golanê êrîşek asmanî pêk anî û çend cih li başûrê Şamê kirin arman.

Li gorî wê ajansê, di encama êrîşê de tenê ziyanên madî derketine.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, Îsraîlê ji destpêka îsal ve 137 caran xaka Sûriyeyê kiriye armanc, tê de 251 armanc wêran kirine û 274 leşker û çekdar kuştine û 205 jî birîndar bûne. Herwiha 51 sivlî hatine kuştin kuştin û 58 sivîl jî birîndar bûne.