Sûdanî û Blinken danûstandinan li ser bizavên rawestandina şerî li Xezze û Libnanê dikin

Sûdanî û Blinken
Sûdanî û Blinken

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê di peywendiyeke tilefonî de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re tekezê li ser giringiya zêdekirina bizavên Amerîkayê û welatên din ji bo rawesatandina şerî li Libnan û Xezzeyê dikin.

Li dû ragehandina Serokwezîrê Îraqê, Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 05.11.2024) di peywendiyeke tilefonî de bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re danûstandin li ser bizavên rawestandina şerî li Xezze û Libnanê kirin.

Di wê ragehandinê de hatiye tekezkirin ku, Sûdanî di wê peywendiya tilefonî de bi Blinken re danûstandin li ser metirsiyên berdewambûna Israîlê li ser êrîşên wê bo ser Xezze û Libnanê û bandora wê li ser ewlehî û seqamgiriya deverê û cîhanê bi giştî kirin, herwesa tekez li ser giringiya zêdekirina bizavên Amerîka û welatên din ji bo rawesatandina wî şerî kir.

Serokwezîrê Îraqê amaje bi giringiya karê berdewam da, bi merema kêmkirina bandorên şerî li ser rewşa mirovî û zêdekirina bizavan ji bo gehandina alîkariyên lojistî ji bo xelkê sivîl û awareyan li deverên hevrikiyan û şerî.