Serok Barzanî: Ji pêkanîna hikûmetê ti vetoya PDKê li ser ti kesî nîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 6ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchen kir.
Di hevdîtinê de ku Konsulusê Brîtanyayê li Hewlêrê Andrew Beasley jî tê de amade bû, Balyozê Brîtanyayê li Iraqê pîrozbahî serkeftina hilbijartinên meha Cotmehê borî ya Parlementoya Kurdistanê û bilindiya rêjeya beşdariya xelkê û birêveçûna wê di keşeke aram de, li Serok Barzanî kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya gelê Kurdistanê kir ku bi rêjeyeke wisa bilind beşdarî hilbijartinan bûne.
Derbarê danûstandinên li ser pêkhate û bernameya hikûmeta dahatî ya Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê ku PDK ti veto li ser ti kesî nîne bo pêkanîna hikûmetê û pêwîst e danûstandin di çarçoveya yek Herêm, yek Parlamento, yek Hikûmet û yek hêza Pêşmerge de bin.
Her di vê hevdîtinê de, li ser encamên hilbijartinên Amerîkayê û bandora wan li ser hevkêşeyên cîhanê û navçeyê û rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê jî pevguhartina bîr û nêrînan hate kirin.