Li Dihokê mêrek û jinek kuştî li mala xwe hatin dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nahyeya Fayde ya ser bi parêzgeha Dihokê ve mêrek û hevjîna wî ku xelkê Efrînê ne kuştî di mala xwe de hatin dîtin.
Li gor zanyariyan, îro 7ê Mijdarê li nahyeya Fayde, kesek bi navê Cano Rêzan û hevjîna wî kuştî di mala wan de hatine dîtin.
Piştî bûyerê termên wan ji bo Bijîşkê Dadî yê Dihokê hatine veguhestin.
Hat zanîn, ew mêr û hevjîna wî xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne û demek e li nahyeya Faydeyê bicih bûne.
Li ser tewanê, hêzên polîsam dest bi lêkolînê kirine.