DEM Partî li ser pirsa danîna qeyûman û pêvajoya nû dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Rêveberiya DEM Partiyê ji bo gotûnêjkitina pêşhatên dawiyê û danîna qeyûman li şaredariyên Bakurê Kurdistanê, îro li Enqereyê bicive.
Encûmena Rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) îro 9ê Mijdarê li Enqereyê dicive.
Li gorî zanyariyên K24ê, biryara Wezareta Navxwe ya ji bo danîna qeyûman li hejmarek şaredariyên Bakurê Kurdistanê û proseya nû ya aştiyê, du mijarên sereke yên civînê dibin.
Civîn bi serperiştiya hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogulari tê birêvebirin. Tê çaverêkirin ku DEM Partî helwesta xwe ya fermî derbarê tayînkirina qeyûman û pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere bike.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê roja 4ê Mijdarê biryar li ser dûrxistina serokên şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xalfetiyê û danana qeyûman li cihên wan dabû.
Di rojên borî de li dijî biryara Wezareta Navxwe, li ber avahiya şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê gelek xwepêşandan hatin kirin û daxwaza hilweşandina biryaran kirin.
Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk di daxuyaniyekê de ji K24ê re ew biryar wekî “nedadî û li dijî nirxên demokrasî” binav kir û tekez kir, “Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê rêz li îradeya gelê Kurd negirtiye û em bi hemû awayan li dij radiwestin.”