PDK ji bo avakirina hikûmetê bi partiyên siyasî re dest bi danûstandinan kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pêkanîna hikûmeta nû, çend roj in bi aliyên siyasî re dest bi danûstandinan kiriye.
Ji dawiya hefteya borî ve, şanda taybet a PDK’ê ku ji bo civîna parlamentoyê û pêkanîna kabîneya dehem, dest bi serdan û hevdîtinan bi aliyên siyasî re kiriye.
Şanda PDKê heta niha serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Dadweriya Kurdistanê kiriye.
Armanca PDKê ew e, bigihêje têgihiştineke hevbeş, ta ku di zûtirîn dem de civîna parlamentoyê û avakirina kabîneya nû dest pê bike.
Yekgirtûya Îslamî berî niha biryar dabû, ew ê di hikûmetê de beşdar nebe û opozîsyon hilbijartibû. Komela Dadweriyê jî, heta niha biryar daye ku nekeve parlamentoya Kurdistanê.