Kurdistan24 zanyarên nû li ser xerciya berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistan eşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê di derheqa xerciya berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê de bersiva K24ê dide û dibêje, “Tê çaverêkirin ku berî bidawîhatina werzê qanûndananê yê Civata Nûneran, edilandina qanûna budceyê ya girêdayî xerciya berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê bê pejirandin.”
Endama Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Nermîn Marûf îro (Yekşem, 10.11.2024) taybet ji Malpera K24ê re ragehand, “Civata Nûnerên Îraqê di rûniştina xwe ya hejmar 45ê de, deng li ser madeya 12ê ji qanûna budceyê, ji benda duyê, xala Cyê ya girêdayî xerciya berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê da.”
Wê Endama Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê eşkere jî kir, “Civata Wezîrên Îraqê bi awayekî destpêkî 16 dolar ji bo xerciya berhemanîna her bermîleke petrolê li Herêma Kurdistanê diyar kirine. Piştî edilandina qanûna budceyê di dema 60 rojan de, kompaniyeke bispor xerciya zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê dixeminîne. Herwesa li dû raporta wê kompaniyê, xerciya dawiyê ya berhemanîna petrolê tê diyarkirin.”
Endama navbirî amaje jî da, “Zêdebarî ku di rûniştina Civata Wezîran de deng li ser edilandina wê qanûnê hatiye dan, pêdivî ye li ser bernameya karî ya Civata Nûnerên Îraqê bê zêdekirin, li wê derê deng li ser bê dan, xwandin jê re bê kirin û paşî bê pejirandin.”
Nermîn Marûf eşkere jî kir, “Werzê qanûndananê yê Civata Nûnerên Îraqê hatiye dirêjkirin, lewma tê çaverêkirin ku ew edilandin berî bidawîhatina werzê qanûndananê bê pejirandin.”
Civata Wezîrên Îraqê li roja Sêşemê, 05.11.2024, bi serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û di wê civînê de çend biryar dan û yek ji wan biryaran jî girêdayî pejirandina pêşniyarekê bû, ji bo edilandina madeya 12/B2/C ji qanûna budceya sêsalî ya hejmar 13 ji sala 2023ê.