Erdogan: Em şûtika ewlehiyê li sinorî temam dikin

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan tekez dike ku şûtika ewlehiyê li başûrê Tirkiyeyê temam dikin, merem ji wê daxuyaniya Erdogan jî operasyonên serbazî yên li Îraq û Sûriyeyê ne.

Di gotarekê de li nav merasîmên bîranîna Mistefa Kemal Ataturk de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Yekşem, 10.11.2024) li Enqereyê tekez kir ku, şûtika ewlehiyê li başûrê Tirkiyeyê temam dikin.

Erdogan got, “Me bizavên dorpêçkirina welatê xwe li sinorên başûrî heta radeyekî pûç kirine, bi rêya wan operasyonên ku me li wan deverên aram kirine yên ku me damezrandine.”

Navbirî herwesa got, “Di demeke nêzîk de em dê wê bazineya netemamkirî temam bikin, ku me li sinorên başûrê welatê xwe bi dirêjahiya sinorê xwe çê kiriye.” Amaje jî da ku, hemî peywendiyan di navbera komên çekdar û sinorê welatê xwe de qut dikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje jî da, “Em dê ji bo heta hetayê yariya 40 salî ya emperyalîstan û biryarên wan li herêma xwe têk bibin, ku bi rêya rêkxistinên teroristî nexşerêya siyasî û aborî ya welatê me bi heza xwe bi rê ve dibin.”