Amerîka gotgotkên hejmareke medyayên Îraqê red dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê radigehîne ku, li destpêka meha borî êrîşî ser dezgeheke wan a diplomasî hatiye kirin, herwesa zanyarên hejmareke dezgehên ragehandinê yên Îraqê jî red dike.”
Nivîsîngeha Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro (Duşem, 11.11.2024) di ronkirinekê de amaje da, “Hêzeke nenaskirî li roja 01.10.2024ê êrîş kiriye ser dezgeheke diplomasî ya Amerîkayê li Bexdayê, ku çi zirareke canî jê peyda nebûye û piroseya helsengandina ziraran jî hêşta berdewam e.”
Balyozxaneya Amerîkayê gotgotkên hejmareke medyayên Îraqê red dike, ku êrîşî ser bingeheke serbazî ya Amerîkayê bi navê “Camp Victory” li Bexdayê hatibe kirin, herwesa amaje daye ku “ew zanyar ne durist in”, ji ber ku Wîlayetên Yekgirtî li sala 2011ê ew bingeha xwe ya serbazî daye destê Hikûmeta Îraqê û “niha çi serbazên wî welatî li wê bingehê nînin”.
Li dû wê ragehandinê, ew cihê ku êrîş li ser hatiye kirin “dezgeheke serbazî ya Amerîkayê bû ku dikeve nêzî Balafirxaneya Navdewletî ya Amerîkayê”. Balyozxaneya Amerîkayê daxwazê ji dezgehên ragehandinê jî dike ku “zanyarên xwe nû bikin, ji bo ku rengvedana vê rastiyê be.”