Li Wanê bo dema 10 rojan çalakî hatin qedexekirin

Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Wanê ragihand ku, li tevahiya bajêr ji bo pêşîlêgirtina çalakiyên neyasayî ji bo dema 10 rojan hemû çalakî hatine qedexekirin.

Ji bo pêşîgirtina li êrîşên bi kiryarên ku rasterast û eşkere şert û mercên sînordar û qedexeyê yên di Destûra Bingehîn û qanûnên me de hatine destnîşan kirin, ji bo ewlekariya can û malê welatiyên xwe, ji holê rakirina planên rêxistinên terorê û di vê çarçoveyê de dabînkirina asayîşa niştimanî, parastina nîzama giştî û tendirustiya giştî û rêgirtin li ber tawanan ji bo dabînkirina berdewamiya maf û azadiyên bingehîn, maf û azadiyên kesên din û nîzama giştî û rêgirtina li belavbûna kiryarên tundûtûjiyê, di nav sînorên erdnîgarî yên parêzgeha Wanê de ji 12.11.2024 heta 21.11.2024 ji bo dema 10 rojan li gorî xalên Qanûna Civîn û Xwepêşandanan dê meş, civînên li derve û xwepêşandanên girtî bên lidarxistin.

Ji bilî yên ku ji aliyê qeymeqamtiyê ve guncav tên dîtin, civînên bejahî, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiya rûniştinê û anketê, vekirina kon û standan, organîzekirina kampanyayên îmzeyan, belavkirina belavok, broşur û belavokan û hemû çalakiyên protestoyî li gorî yasaya civînê hatine qedexekirin.

Pêştir Li Şirnexê jî, herema Çîyayê Cudî û çîyayê Gabbar, Dolê û Dêrîyê Zêr wek herêma teybet hat nîşanan û 15 rojan qedexe hat ragihandin.

Di daxuyanîya parezgehîya Şirnexê de jî wiha hat gotin:

“Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî li Herêma Çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê de ye, Çîyaye Gabbarê alîyê dikeve sînorê nawçeya Basa û herwiha herêmên Dolê u Kela Memê, Dêrîyê Zêr ku dimîne navbera Qilaban û Elkê yên navçeyên Şirnexê de di navbera 13 heta 27ê Mijdara 2024an de ev herêm wekî Herêma Ewlekariya Taybet hatîye nişandan û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.’’