Nêçîrvan Barzanî û konsulê nû yê Misirê pirsa bihêzkirina peywendiyan gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulusê nû yê Misrê li Herêma Kurdistanê Mehmûd Farûq Yûsif tekez li ser berfirekirina peywendî û hevkariyên hevbeş yên di navbera Misir û Herêma Kurdistanê de kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 13ê Mijdarê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Konsulusê nû yê Misrê li Herêma Kurdistanê Mehmûd Farûq Yûsif kir û pîrozbahiya destbikarbûna wî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û her wiha piştgiriya xwe ya tevahî ji bo serkeftina erkê wî nîşan da.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Di hevdîtinê da her du aliyan tekez li ser berfirekirina peywendî û hevkariyên hevbeş yên di navbera Misir û Herêma Kurdistanê da, yên di hemû waran de û bi taybetî di warê bazirganiyê de kirin.”
Her du alî behsa bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Erebî ya Misrê da jî kirin.
Hilbijartinên Kurdistanê, rewşa Iraq û navçeyê bi giştî mijareke din ya hevdîtinê bû.