Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Dorrel pêkanîna hikûmetê kirin ku bersivê bide daxwazên gel û armancên wan ên geşepêdan û aramiyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Dorrel civiya û pêwendiyên Fransa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Balyozê Fransayê pîrozbahiya serkeftina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û amaje bi rêjeya bilind a beşdariyê kir ku giringîpêdana welatiyan bi paşeroja Herêma Kurdistanê nîşan dide. Her du aliyan mekanîzma pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekez li ser giringiya pêkanîna hikûmetekê kirin ku bersiva daxwazên xelkê û armancên wan ên geşepêdan û aramiyê bide.
Balyozê Fransayê tekezî li ser berdewamiya welatê xwe ji bo alîkarî û piştevanîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî spasiya Fransayê ji bo piştevaniya berdewam bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Her du alî pêşhatên dawî yên navçê gotûbêj kirin û tekez li ser giringiya dûrxistina Iraqê ji nakokiyên navçeyî kirin û tekez li ser bihêztirkirina hevkariyên hevbeş bo dabînkirina aramiyê li Iraqê kirin. Her wiha li ser girîngiya hevkariya hevbeş ji bo rêgirtina li zêdebûna aloziyan û parastina aramiyê li Rojhilata Navîn lihev kirin.
Rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên wan bi welatên cîran re û herwiha hilbijartina Serokê Parlamentoya Iraqê û hilbijartinên Amerîkayê û gelek mijarên din yên ku cihê giringiya hevbeş in, mijareke din a vê hevdîtinê bû ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê amade bû.