Duyemîn Festîvala Tehîn û Berhemên Xwemalî li dest pê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Duyemîn Festîvala Tehîn û Berhemên Xwemalî yên Amêdiyê îro 14ê Mijdarê dest pê kir û 2 rojan berdewam dike.
Ji bo firotina tehîn û berhemên xwemalî yên wekî hinar, birincê kurdî, şêranî, meyweyên hişk û gelek berhemên din, 60 kepir hatine vekirin. Di festîvalê de gelek çalakiyên hunerî jî hene.
Îsal li Amêdiyê 800 donim erd bi kunciyan hatine çandin ku berhema wê zêdetirî 240 ton e.
Li Amêdiyê 34 aşên av û elektirîkê hene. Sala borî 600 ton berhemên tehînê yên wî bajarî bo bazarên derve hat hinardekirin. Biryar e îsal jî dê 65 ton berhemên kurdî bo Hollanda û 25 ton jî bo Amerîkayê bên hinardekirin.