Lihevkirina Bankên Navendî yên Îraq û Tirkiyeyê guhertinan di bazirganiya her du welatan de dike

Civîna Tîmên Bankên Navendî yên Îraq û Tirkiyeyê
Civîna Tîmên Bankên Navendî yên Îraq û Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerên Bankên Navendî yên Îraq û Tirkiyeyê dicivin û tekezê li ser mukomkirina peywendiyên bankî yên navbera her du aliyan dikin, pêxemetî hêsankariyan ji bo bazirganan.

Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê Elî Muhsin Elaq îro (Pêncşem, 14.11.2024) bi Parêzgerê Banka Navendî ya Tirkiyeyê Fatih Karhan re civiya.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê di ragehandinekê de amaje da ku, her du aliyan danûstandin li ser destpêkirina mîkanîzma rasterast a nû ji bo veguhastina bazirganî di navbera Îraq û Tirkiyeyê de kir, ku ev jî destpêka qonaxeke nû di mukomkirina peywendiyên bankî yên navbera her du welatan de ye.

Herwesa Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê daxwaz ji Parêzgerê Banka Navendî ya Tirkiyeyê kir ku, li bankên Tirkiyeyê hejmar ji bo bankên Îraqî bên vekirin, ji bo berfirehkirina rêyên veguhastina pereyî di dema hawirdekirina kelûpel û xizmetkariyan de li Tirkiyeyê.

Parêzgerê Banka Navendî ya Tirkiyeyê jî ji aliyê xwe ve piştevaniya xwe ji bo pêngavên Parêzgerê Banka Navendî ya Îraqê diyar kir, ji rêkxistina karên darayî yên navbera her du welatan bi rengekî ku ji bo karûbarên bazirganî bibe hêsankarî.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, “Elî Elaq bi îdareyên giştî yên tayên wan bankên Tirkiyeyî re civiya, yên ku li Îraqê tayên wan hene û kar dikin, herwesa tekez li ser pêdivîtiya berfirehkirina bijardeyên bazirganî yên berhemdar ên navbera her du welatan kir, xasma di kertê bankî de.”

Tê çaverêkirin ku ev hemî pêngav di demeke kêm de bên bicihanîn, ku bi ihtîmaleke zêde dê bandor li ser dolarî hebe û dê bibe sedema daketina nirxê wê li beranberî dînarê Îraqî.

Lihevkirina her du bankan arêşeya bazirganên Îraqê çare dike, ku êdî pêdivî nake pereyî veguhêzin an jî daxwaza dolarê kaş bikin.