Pêncwînî: Sê girêbest bo danan û wergirtina feydeyî ji enerjiya rojê hatine îmzakirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Di roja pêncê ya gera 29ê ya Konferansa Guherîna Keşûhewayê de, panelek li ser paşeroja enerjiyê li Îraq û Herêma Kurdistanê bi rê ve çû.

Birêveberê Enerjiyên Nûbûyî li Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rewa Mihemed Pêncwînî di panelekê de behsa bizav û karên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karkirina bi enerjiya nû li Herêma Kurdistanê kir.

Rewa Pêncwînî got, “Cîhan bi awayekî giştî kar dike ku bi wê rêyê destan ji enerjiya kevn berde.” Herwesa got, “Li Herêma Kurdistanê çend karek ji bo wê armanca giring hatine kirin, xasma wergirtina feydeyî ji enerjiya rojê, ji ber ku enerjiya rojê baştirîn çavkanî û cîgir e, li dû keşûhewayê Herêma Kurdistanê.”

Birêveberê Enerjiyên Nûbûyî li Wezareta Karebê eşkere jî kir, “Sê girêbest ji bo danan û wergirtina feydeyî ji enerjiya rojê hatine îmzakirin, ku 350 mêgawatên karebê jê tên berhemanîn.”

Navbirî ron jî kir, “Ev enerjî bi pilanên demdirêj li Herêma Kurdistanê tên zêdekirin, bi awayekî ku yek hezar megawat ji bo pilana demkurt bên zêdekirin, ji bo pilana demdirêj jî bibin sê hezar megawat, bi rêya wergirtina feydeyî ji enerjiya av û bayî tevî enerjiya rojê.”

Rewa Pêncwînî ron jî kir, “Li paşerojê di pilana veguhastina giştî de jî feyde ji enerjiyê tê wergirtin, pêdivîtiya wê bizavê jî dê bi pilaneke baş a pêngav bi pêngav hebe.”

 
Fly Erbil Advertisment