Davutoglu ji K24ê re: Zimanê Kurdî wekî zimanê Tirkî ji bo me pîroz e

Ahmet Davutoglu
Ahmet Davutoglu

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê di çavpêkeftinekê de bi K24ê re behsa peywendiyên Hewlêr û Enqereyê, piroseya aştiyê, peywendiyên Tirkiyeyê bi welatên deverê re û çend pirsên din ên giring dike.

Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu ji K24ê re ragehand, “Peywendiyên navbera Tirk û Kurdan li Tirkiyeyê arêşeyeke nejadî nîne ku girêdayî pêşbirkêya dîrokî an jî arêşeya dîrokî be. Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê piştî şerê cîhanî yê yekê ji aliyê Tirk û Kurd û Albanî û Îraqiyan û tevaya şêniyên Anadolê û Elewiyan ve li dijî emperyalîzmê çê bû.”

Davutoglu herwesa got, “Me li sala 2009ê dest bi piroseyekê bi navê piroseya çareseriyê kir. Nerîna me ya serekî ew e ku, ev qeyran wekî qeyrana Kurdên Elewî ji ber nebûna demokrasîkirineke temam û seranserî li Tirkiyeyê bû.”

Navbirî ron jî kir, “Ji bo min wekî kesekî siyasî û akademî, tevaya netewe û ziman û kert û ol û komên olî di civakeke demokrasî de li Tirkiyeyê wekhev in. Mixabin di dema borî de, wekî li salên 1980an û pêştir jî, bêrêzî li beranberî zimanê Kurdî dihat kirin û rê bi bikaranîna wî nedihat dan û heta hin caran zimanê Kurdî dihat redkirin jî. Ev ne tenê li dijî qanûnên demokrasiyê bû, belkî li dijî çanda mirovahiyê jî bû.”

Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê tekez jî kir, “Min çi maf hebû wekî zaroyekî eşîreteke Tirkmenan, zaroyekî Diyarbekirê jî her ew maf heye û em hemî li vî welatî wekhev in. Rêz li zimanê Tirkî tê girtin û rêz li zimanê Kurdî jî tê girtin. Zimanekî wekî zimanê Kurdî zimanê Ehmedê Xanî ye û wekî zimanê Tirkî ji bo me pîroz e.”

 
Fly Erbil Advertisment