Mosko dest bi bizavên kêmkirina aloziyan di navbera Tehran û Waşintonê de dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Kremlinê eşkere kir ku, Putin hejmareke pêşniyaran pêşkêşî Donald Trump kiriye, ji bo dîtina çareseriyekê ji bo krîzên deverê û rawestandina şerê di navbera Îran û Amerîkayê de.
Berdevkê Koçka Serokatiya Rûsyayê (Kremlin) Dmitry Peskov îro (Sêşem, 10ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de got ku, Serokê Rûsyayê ji bo çareserkirina krîza Îranê hejmareke pêşniyaran pêşkêşî Serokê Amerîkayê kiriye.
Dmitry Peskov herwesa got: Moskow çavdêriya wê yekê dike ka pêvajoya gihîştina lihevkirinê çawa tê meşandin. Peskov amaje da wê yekê jî ku, Kremlin hûrguliyên pêşniyara Putin a li ser Îranê eşkere nake.
Navbirî tekez jî kir ku, peywendiya telefonî ya di navbera Putin û Trump de li ser rewşa Îranê hîn nîşan nade ku Serokê Rûsyayê bûbe navbeynkar di bizavên çareserkirinê de.
Berdevkê Kremlinê herwesa got: Rûsya dê kêfxweş bibe ku alîkariya kêmkirina aloziyên Rojhilata Navîn bike û ji bo vê yekê jî amade ye, lê divê di vê pirsê de bi gelek aliyan re hevahengî hebe.
Dmitry Peskov eşkere jî kir: Putin û Trump di danûstandinên xwe yên dawiyê de rakirina wan dorpêçên li ser hinardekirina petrola Rûsyayê bi berfirehî nîqaş nekiriye, her çend encamên neyînî yên van dorpêçan ji bo hemî aliyan eşkere ne.
Navbirî red jî kir ku, tu daxuyaniyekê li ser wan raportan bide yên ku behsa derbazkirina zanyarên hewalgiriyê ji Îranê re dikin, bi saya wî şerê Amerîka û Îsraîlê daye destpêkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump pêştir di konferanseka rojnamevanî de gotibû: Min bi Putin re peywendiyeke telefonî ya pir baş kir. Amaje jî dabû ku, Serokê Rûsyayê xwestiye ku di pirsa Îranê de alîkariyê bike.
Serokê Amerîkayê eşkere jî kir: Min ji Putin re got ku, eger tu şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi dawî bikî, tu dikarî pir bikêrtir bî.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.