Îmaratê piştgiriya xwe bo tenahî û aramiya Herêma Kurdistanê tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de bi Serokê Îmaratê re êrîşa li ser Konsulxaneya Îmaratê li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û daxwaza helwesteke cidî û bilez ji Hikûmeta Federal a Iraqê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro (Sêşem, 10ê Adara 2026ê) di peywendiyeke tilefonî de bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan re pêşketinên ewlehiyê yên dawiyê yên deverê û êrîşa li ser bajarê Hewlêrê nîqaş kir.

Di çarçoveya wê peywendiya telefonî de, Serokê Herêma Kurdistanê ew êrîşa bi dronan a ku şevêdî ji aliyê komên neqanûnî yên Iraqê ve li ser bajarê Hewlêrê hat kirin bi tundî şermezar kir, ku tê de Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Herêma Kurdistanê hat armanckirin û zirara madî gihîşt wê.

Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir ku; Divê Hikûmeta Federal a Iraqê berpirsiyariya xwe ya tevahî ya parastina can û ewlehiya nûnerên dîplomatîk bicîh bîne.

Tekez li ser wê yekê jî kir ku, divê Bexda pêngavên cidî û kiryarkî biavêje da ku rêyê li wan koman bigire û tawanbarên van êrîşên wêranker bigire û ceza bike, ku li ser serwerî û tenahiya Iraqê bi giştî bûne gef û xetereke rastîn.

Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe ji bo wê peywendiyê û helwesta Nêçîrvan Barzanî anîn ziman, herwesa helwesta neguher a welatê xwe di berdewambûna piştgiriya wê ji bo parastina aramî û tenahiya Herêma Kurdistanê û Iraqê de tekez kir.

Dijeterora Herêma Kurdistanê duhî (Duşemê, 9ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku, hêzên Hevpeymanan saet 22:24 sê dronên bombekirî li asmanê Hewlêrê pûç kirin û êxistin. Eşkere jî kiribû ku, perçe û bermayîkên yek ji dronên êxistî ketin nêzî Konsulxaneya Îmaratê.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.