PDK û Sûdanî cezakirina bikerên êrîşên li ser Herêma Kurdistanê tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyek Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê bi Serokwezîrê Iraqê re civiya û pê re pirsa xerckirina mûçeyan fermanberên Herêma Kurdistanê, dosyeya êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê û xerckrina mafên darayî yên cotyaran nîqaş kirin.
Şandeyeke Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê îro (Sêşem, 10ê Adara 2026ê) bi serokatiya Cîgirê Duyê yê Serokê Parlamentoya Iraqê Ferhad Etrûşî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Daner Ebdilxefar ji Kurdistan24ê re got: Di wê civînê de hejmareke mijarên girîng hat behskirin, wekî pirsa xerckirina mûçeyan fermanberên Herêma Kurdistanê, dosyeya êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê û xerckrina mafên darayî yên cotyaran.
Daner Ebdilxefar tekez jî kir ku, li gel belavkirina mûçeyên fermanberên Iraqê, pereyê mûçeyên meha Adarê yên fermanberên Herêma Kurdistanê jî dê berî Cejna Remezanê bê xerckirin.
Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê herwesa got: Di wê civînê de tekez li ser dîtin û cezakirina bikerên êrîşên bi dronan li ser Herêma Kurdistanê jî hat kirin.
Li gorî gotina Daner Ebdilxefar, di wê civînê de hatiye ronkirin ku, ji ber ku komên çekdaran "platformên gerok" ji bo avêtina mûşek û dronan bi kar tînin, tawanbarên wan êrîşan hîn bi tevahî nehatine destnîşankirin û dîtin.