Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê rewşa giştî ya deverê nîqaş kir

Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan
Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayîd Al Nehiyan îro (Sêşem, 10ê Adara 2026ê) behsa pêşketinên deverê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê, Iraq û Îmaratê kir, û girîngiya zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de jî tekez kir.

Herdu aliyan êrîşa şevêdî ya li ser Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Hewlêrê şermezar kir û tekez jî kir ku, êrîşên bi vî rengî binpêkirina qanûnên navneteweyî ne.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, Herêma Kurdistanê dê li ser parastina nûnerên dîplomatîk berdewam be.

Serokê Îmaratê rêz li hevahengiya baş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê girt û her du aliyan tekez li ser girîngiya xurtkirina bizavên kêmkirina aloziyan û parastina tenahiyê li deverê jî kir.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê piraniya êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.