Sûdanî bersiva gefên Israîlê dide

Sûdanî di rûniştina Civata Wezîrên Îraqê de
Sûdanî di rûniştina Civata Wezîrên Îraqê de

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê gefên Israîlê red dike û dibêje, “Israîl dixwaze bizaneya şerî berfireh bike.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Sêşem, 19.11.2024) serokatiya rûnitşina asayî ya Civata Wezîrên Îraqê kir, ku tê de danûstandin li ser çend pirs û dozên navxweyî û herêmî hatin kirin.

Pareke wê rûniştinê girêdayî pirsa pêşhat û rûdanên serbazî û ewlehî yên Rojhilata Navîn bû û tê de hat berçavkirin ku, “Armanca Israîlê berfirehkirina şerî li deverê ye”.

Sûdanî herwesa di wê rûniştinê de ragehand, “Peyama Qewareya Zayonî, ku arasteyî Civata Ewlehiyê ya Navdewletî kiriye, behane ye ji bo destdirêjîkirina li ser Îraqê û bizavên wê ji bo berfirehkirina bazineya şerî li deverê.”

Sûdanî careke din tekez kir, “Biryara şer û aştiyê li Îraqê di destê dewletê de ye û rê bi çi aliyekî nayê dan ku wî mafî bide xwe”. Herwesa ser ji nû red kir ku, Îraq ji bo nav wî şerî bê rakêşan.

Sûdanî daxwaza rûniştineke bilez a Civata Wezaretî ji bo ewlehiya niştîmanî kir, ji bo danûstandinan û lidûçûna pêşhatan û tekezkirina helwesta Îraqê.

Li dû nûçeya Rojnameya Mearîfê ya Israîlî, Israîl pilanê ji bo bersivdana wan êrîşan û êrîşên paşerojê dadine û tekez dike ku li dû stratejiyekê dê wekî ya Xezze û Libnanê be.

Rojnameya Mearîfê ya Israîlî ragehand, “Her girjiyek ku ji aliyê Îraqê ve be, Israîlê pilan danaye ku êrîşê bike ser jêrxane û dezgehên wan koman, paştir bala xwe dide ser kuştina kesatiyên nav milîşyayên nêzî Îranê.”

Wê rojnameyê li dû berpirsên hewalgiriya Israîl û Amerîkayê amaje daye ku “mimkin e Îran alîgirên xwe li Îraqê zêde bike, ev jî wekî bersivekê ji bo êrîşên artêşa Israîlê li Libnan û Xezzeyê.”

Rojnameya Mearîfê amaje jî daye, “Tirsa wê yekê heye ku Îranê pêştir moşekên balistî yên kurtmewda anîbin nav Îraqê, wekî bersivek ji bo êrîşên Israîlê li ser Îranê.”