Şaxewan Ebdula: Îro me nasnameya Kerkûkîbûna xwe nû kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdulla li bajarê Kerkûkê beşdarî proseya serjimêriya giştî ya rûniştvanan bû û Kerkûkîbûna xwe tekez kir.

Dr. Şaxewan Ebdulla di hejmara xwe ya taybet a tora civakî “facebook” de çend wêne belav kirin û ragihand: ‘’Îro serê sibehê me nasnameya Kerkûkîbûnê ya xwe nû kir.’’

Herwiha diyar kir: “Derveyî tomarkirina malbatên xwe li gel tîma serjimêriyê me behsa çawaniya rêveçûna proseyê kir û ji bo her astengekê, em li gel amarên Kerkûk û Bexdayê li ser xetê ne.”

Serjimêriya giştî ya rûniştivanên Iraq û Herêma Kurdistanê îro 20 Mijdarê dest pê kir û sibe jî berdewam dine û ji bo vê mebestê jî qedexeya çûnûhatinê di van her du rojan de hatiye ragihandin.

 
Fly Erbil Advertisment