Îraq ji ber gefên Israîlê daxwaza civîna bilez a Komkara Erebî dike

Komkara Erebî
Komkara Erebî

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerîtiya Herdemî ya Îraqê li Komkara Erebî daxwaza civîna bilez a Komkara Erebî dike, ji ber wan gefên ku Israîl li Îraqê dike.

Hikûmeta Îraqê îro (Pêncşem, 21.11.2024) daxwazek arasteya Komkara Erebî kir, ji bo ku li ser wan gefan bicive ên ku Israîl li Îraqê dike.

Nûnerîtiya Herdemî ya Îraqê li Komkara Erebî daxwazeke fermî arasteyî wê komkarê kir, ji bo ku li ser astê nûnerên herdemî yên welatên Erebî di nav wê komkarê de bi lez bicivn, ji bo rûbirûbûna gefên Israîlê li ser Îraqê.

Her wê çavkaniyê got, “Ew gefên Israîlê piştî wê daxwazê tên ya ku Israîlê wekî name ji Civata Ewlehiyê re şandiye, ku bi rêya wê dixwaze êrîşên xwe li deverê û Îraqê berfirehtir bike.”