Sûdanî fermanê dide hêzên sinorî bi çekê pêşkeftî bên amadekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Îraqê fermanê dide ku hêzên çekdar ên sinorî bi çekê pêşkeftî bên amadekirin, tevî dabînkirina tevaya daxwaziyên ewlehî û teknîkî.

Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Pêncşem, 21.11.2024) tekez kir, karên teknîkî û kargêrî yên hêzên sinorî ji danana birc û kamera û hêzên rûbirûbûnê li beranberî salên borî di astê herî zêde yê amadebaşiyê de ne.

Mihemed Şiya Sûdanî herwesa got, “Civata Wezîran bi rêya biryarên xwe yên cuda cuda tevaya pêdivîtiyên çakkirina sinoran û gerentiya ewlehiya sinorî dabîn kirine, xasma di rewşa nebinecih a ewlehiya deverê de.

Nûnerê Herdemî yê Îraqê li Komkara Erebî daxwaza civîna bilez a Komkara Erebî dike, ji ber wan gefên ku Israîl li Îraqê dike.

Hikûmeta Îraqê îro (Pêncşem, 21.11.2024) daxwazek arasteya Komkara Erebî kir, ji bo ku li ser wan gefan bicive ên ku Israîl li Îraqê dike.

Nûnerîtiya Herdemî ya Îraqê li Komkara Erebî daxwazeke fermî arasteyî wê komkarê kir, ji bo ku li ser astê nûnerên herdemî yên welatên Erebî di nav wê komkarê de bi lez bicivn, ji bo rûbirûbûna gefên Israîlê li ser Îraqê.

Her wê çavkaniyê got, “Ew gefên Israîlê piştî wê daxwazê tên ya ku Israîlê wekî name ji Civata Ewlehiyê re şandiye, ku bi rêya wê dixwaze êrîşên xwe li deverê û Îraqê berfirehtir bike.”