Serok Barzanî: Em destan ji ol û edetên xwe bernadin da ku kesekî din ji me razî be

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Gera pêncê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) îro (În, 22.11.2024) li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li bajarê Dihokê hat destpêkirin.

Serok Barzanî di gotara xwe de got, “Her gel û netewe û deverekê erf û edetên xwe hene, hin ji wan girêdayî ol û mezheban in, nabe li derve ya ku li cem wan rewa be, bên û bibêjin em dê li ser xelkê din jî ferz bikin.”

Serok Barzanî amaje jî da, “Li Kurdistan û Îraq û Rojhilata Navîn, xelk dîndar e, çi Misilman çi Kiristiyan an jî her olekî din. Nabe ku bi awayekî serederî bê kirin, ya ku li cem wan rewa ye li vê derê jî bê kirin.”

Serok Barzanî tekez jî kir, “Divê em rêzê li hestên hev bigirin, em ji aliyê xwe ve amade nînin ku destan ji ol û mezheb û erf û edetên xwe berdin, ji bo ku kesekî din ji me razî be.”